Li Îraqê efserekî îstixbaratê hat kuştin

Baregeha Saziya Îstixbarata Îraqê ya li Bexdayê,duh, hate bombebarankirin û di encamê de li gorî agahiyan efeserekî îraqî hatiye kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de her ku diçe gurtir dibe.

 

Ev şer bandoreke mezin li Îraqê jî dike.

 

Duh baregeha Saziya Îstixbarata Îraqê ya li Bexdayê hate bombebarankirin.

 

Li gorî daxuyaniya Saziya Îstixbarata Îraqê, di saet 10:00’an de baregeha Saziya Îstixbarata Îraqê ya li Bexdayê, bi rêya dronan hatiye bombebarankirin.

 

Li gorî heman daxuyaniyê di encama êrîşê de efsereke îraqî hatiye kuştin.

 

Di heman daxuyaniyê de hat gotin ku ev êrîş bi armanca rawestandina erkên saziyê ye, lê hewldaneke têkçûyî ye.

 

Saziya Îstixbarata Îraqê di daxuyaniya xwe de navê ti komek an jî welatekî ku ev êrîşê pêk aniye nedaye, lê got:

 

"Wê saziya me erkên xwe yên netewî bi cih bîne.

 

Em biryara şopandina sucdaran xurtir dikin, dê ev sûcdar werin cezakirin.

 

Ev êrîş ji aliyê komên derveyî qanûnê ve hatiye kirin."

 

Li aliyek din jî Hikûmeta Polonyayê di çarçoveya biryara NATO’yê de hêzên xwe ji Îraqê vekişandin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye