Li gorî daxuyaniya Saziya Meteorolojî ya Tirkiyê, tê pêşbînîkirin ku îro li 30 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê baran bibare û her wiha hişyariya lehiyê jî heye.
Saziyê ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Erzirom, Qers û Erdexanê hişyariya sir û seqemê da.
Li gorî daneyên Saziya Meteorolojî ya Tirkiyê, dê li bajarên navborî pileya germê dakeve heta 3 pile bin sifirê de.
Tê pêşbînîkirin ku li cihên bilind ên herêma Serhedê jî berf bibare.
Li gel vê yekê bi giştî hişyariya mij û moranê jî hatiye dayîn ku dê bandoreke neyînî li çûn û hatinê bike.