Di nava şerê heyî yê di navbera DYA-Îsraîlê û Îranê de, Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî Rafael Grossi, hewl dide ku lihevkirineke nukleerî di navbera Amerîka û Îranê de çêbike.
Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi, ragihand ku ajans ji bo gihîştina peymaneke nû ya nukleerî di navbera Washington û Tehranê de, dixebite.
Li gorî ajansa nûçeyan a Rûsî TASS, Rafael Grossi hêviya xwe ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinan bi armanca çareseriyeke demdirêj ji bo krîza bernameya nukleerî ya Îranê anî ziman.
Di axaftina xwe ya yekem de, Rêberê Bilind ê nû yê Dewleta Îranê Mucteba Xameneyî, soz da ku şer bidomîne û Tengava Hurmuzê girtî bihêle.
Di vê navberê de, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îdîa kir ku Îsraîl "şert û mercên çêtirîn diafirîne da ku rejîma Îranê hilweşîne."
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, ji aliyê xwe ve, ragihand ku wan Îran "bi tevahî wêran kiriye".
Her wiha Trump îşaret bi îhtîmala berdewamiya şer ji bo jiholêrakirina hêmanên mayî yên dewleta Îranê kir.
Piştî danûstandinên Navokî yên nerasterast yên "tevlihev" ên di navbera Washington û Tehranê de, şerê wan di 28'ê Sibatê de dest pê kir.