Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, Berdevkê Neteweyên Yekbûyî roja çarşemê di daxuyaniyekê de got ku Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, gihîşt Îranê.
Hat ragihandin ku Antonio Guterres, di çarçoveya gera xwe ya herêmî de ku armanca wê piştgiriya hewildanên çareserkirina krîza heyî ye, çûye Îranê.
Piştî 40 rojî ji şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, duh di saetên dawiyê ji roja sêşemê 7'ê nîsanê de, agirbestek bi hawildanên Pakistanê hat ragihandin.