Rêveberiya Balafirxaneyên Sivîl ên Îraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê îro li tevahiya balafirgehên Îraq û Başûrê Kurdistanê geştên esmanî dest pê bikin.
Destpêkirina geştên esmanî, peywendiya xwe bi agirbesta du hefteyî heye ya ku di navbera Amerîka û Îranê de hatiye ragihandin.
Li gorî ku tê gotin, ji ber girtina qada hewayî ya Îraqê ku 40 rojan dewam kir, nêzî 43 milyon dolar ziyan gihîştiye kerta esmanî ya Îraqê.