Peymana agirbestê ya 2 hefteyan a di navbera DYA û Îranê de ku roja sêşemê bi şev hat pêkanîn, ji hêla navneteweyî û herêmî ve erênî hat nirxandin.
Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres peyman silav kir û ji hemû aliyan xwest ku pabendî qanûnên navneteweyî û şertên agirbestê bin ku bibe destpêka çareseriyeke berfireh.
Welatên wekî Malezya, Endonezya, Almanya, Spanya û Ûkraynayê jî piştgirî dan peymanê û wê weke gaveke girîng dîtin, da ku pêşî li aloziyên din bigirin û deriyê çareseriyên dîplomatîk vekin.
Yekitîya Ewropayê diyar kir ku agirbest derfeteke girîng peyda dike da ku rageşî kêm bibe û ji nû ve dest bi dan û standinan bê kirin.
Rûsyayê jî peyman weke nîşaneyeke “serkeftina aqil” dît, di heman demê de serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron banga berfirehkirina wê kir da ku Libnanê jî bigire nav xwe.
Îraq û Başûrê Kurdistanê jî piştgirî dan peymana agirbestê û gotin:
"Ev pêşketin, ji bo kêmkirina alozî, parastina sivîlan û vegerandina diyalogeke avaker gaveke girîng e."
Li cîhana Erebî, hem Uman û hem jî Erebistana Siûdî piştgiriya peymanê kirin, pesnê hewldanên navbeynkariyê dan, bi taybet yên Pakistanê û diyar kirin ku divê agirbest veguhere peymaneke mayînde ku ewlehî û aramiya herêmê pêk bîne.
Tirkiyê jî piştgirî da peymanê û got:"Em hêvî dikin ku hemû alî pabendî rêkeftina ku hatiye kirin, bibin."
Her wiha Çîn û Hindistanê jî pêşwaziya agirbestê kirin û gotin ku; ew li bendê ne ku di Tengava Hurmizê de azadiya rêwîtiyê çêbibe.