Ardil Çeşme ku ji Mijdara 1994`an ve cezaya muebedê lê hatiye birîn, niha li Girtîgeha Jinan a Erzînganê tê girtin. Tevî ku cezayê wê qediyaye jî lê nayê berdan û berdana wê, ev 3 carin ku her carê ji bo 6 mehan tê taloqkirin.
Xwişka Ardil Çeşme Asiye Seyhan got: "Ev yek girtin nîne, dîlgirtin e."
Li gorî daneyên li girtîgehan, berdana 4 hezar girtiyan tê taloqkirin.
Xwişka Ardil Çeşme, Asiye Seyhan diyar kir ku her tim bi hinceta "Têkiliya xwe ya bi terorê re neqedandiye" berdana wê tê taloqkirin.
"Em mafê xwe dixwazin"
Asiye Sehyan da zanîn ku herî dawî xwişka wê dabû zanîn ku hêviya wê ji desteyê nîne û gotibû: "Eger sererastkirina qanûnî bibe hingî em ê bên berdan, naxwe dixwazin me 36 salan girtî bihêlin."
Seyhan diyar kir ku girtîgeha Erzînganê ji her alî ve zehmete û zext gelekî zêde ye û got : "Em mafê xwe dixwazin. Em dixwazin hiqûq bi cih bê."
Her wiha dayîka Ardil Çeşme ya 86 salî ji ber felcê 8 salin nikare wê bibîne; tenê bi telefonê dengê wê dibihîze.
Asiye Sehyan anî ziman ku divê ev bêhiqûqî û dîlgirtîbûn bidawî bibe û diyar kir ku bi helwesteke kêfî ev pêvajo tê meşandin.
Îkram Guren di Cotmeha 1994`an de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve hatibû girtin û cezaya muebed lê hatibû birîn. Li girtîgehên Kayserî, Yozgat, Mêrdîn, Baybûrt, Ordû û herî dawî jî li Girtîgeha Bafrayê dihat girtin.
Divê ku Guren di 11`ê Cotmeha 2024`an de bihata berdan; lê sê caran ji ber hincetên cuda berdana wî hate astengkirin.
Herî dawî berdana wî di 8`ê Cotmehê de bi hinceta "Nebûna rewşa baş" hatibû astengkirin.
Pişt re Îkram Guren di 13`ê Cotmehê de îtîrazî biryarê kir û îtîraza wî 15`ê Cotmehê de hat qebûlkirin û Guren piştî 31 salên di zîndanê de serbest hate berdan.
Îkram Guren ji aliyê parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasê, malbat û rêveberên komeleyê ve hate pêşwazîkirin.