Li Rojhilatê Kurdistanê 4 Kurd hatin girtin

Li Rojhilatê Kurdistanê 4 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî yên Îranê ve hatine girtin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê têkildarî girtina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve nûçeyek belav kir.

Malperê da zanîn ku di 3 rojên borî de, Hesen Eskiyê Bexdadî ji Pîranşarê, Mihemed Perwaze yê 29 salî ji Merîwanê, Mistefa Rehnema yê 47 salî werzişvan û çalakvanê ji parêzgeha Xorasana Bakur û Yûnis Şerîfî yê 43 salî ji Şînoyê bêyî fermana dozger hatine girtin. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya 2 rojan, Kampanyaya “Sêşemên Na ji bo Darvekirinê” bi daxuyaniyekê ragihandibû ku rejîma Îranê zextên li ser çalakvanên siyasî û endamên girtî yên kampanyayê zêde kirin e.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye