Wezareta Karên Derve ya Îraqê ragihand ku Luqman Feylî li bajarê New Yorkê bi awayekî fermî belgenameya xwe ya destbikarbûnê pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres kir û bû yekem dîplomatê Kurd ku dibe Nûnerê Daîmî yê Îraqê yê Neteweyên Yekbûyî.
Luqman Feylî di merasîma de tekezî li ser pêbendbûna neguher a Îraqê ya bi prensîp û armancên Peymana Neteweyên Yekbûyî kir.
Her wiha amadebûna Îraqê ya ji bo xurtkirina hevkariyê li gel rêxistin û saziyên wê yên cuda anî ziman,
Luqman diyar kir ku wê berjewendiyên Îraqê misoger bike û bibe sedema bihêzkirina aştî, ewlehî û bipêşxistina li ser asta herêmî û navneteweyî.
Luqman Feylî li Bexdayê dayîk bûye û ji sala 2010`an ve wekî balyoz di Wezareta Karên Derve ya Îraqê de kar dike