Raportorê Parlamentoya Ewropayê yê Tirkiyê Nacho Sanchez Amor, di çarçoveya amadekariyên rapora Tirkiyê ya Parlamentoya Ewropayê de, ji bo serdaneke "berhevkirina rastiyan" hatibû Tirkiyê.
Amor ku piştî girtina Ekrem Îmamoglû beriya niha gelek caran banga demokrasiyê li Tirkiyê kiribû, li girtîgehê çûbû serdana Selahattîn Demîrtaş, Ekrem Îmamoglû, Osman Kavala û Can Atalay.
AOR fikarên xwe yên di derbarê rewşa serweriya hiqûqê û serxwebûna dadweriyê de anî ziman
Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamentoya Ewropayê di daxuyaniya nivîskî de derbarê serdana girtîgehê û Tirkiyê de ev agahî parve kirin:
"Nacho Sanchez Amor, Raportorê Daîmî yê Parlamentoya Ewropayê yê li ser Tirkiyeyê, di navbera 3-7'ê Kanûna 2025'an de serdana Tirkiyê dike.
Di dema serdanan de, Amor hevgirtina xurt a Parlamentoya Ewropayê di derbarê dozên li welat de û fikarên xwe yên di derbarê rewşa serweriya hiqûqê û serxwebûna dadweriyê de anî ziman."
Amor: Rayedarên Tirkiyê li gorî biryaran tevnegeriyane
Amor bal kişand ser biryarên Dadgeha Destûrî yên li dijî Can Atalay, Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş û diyar kir ku rayedarên Tirkiyê li gorî van biryaran tevnegeriyane û beşên Destûra Bingehîn a Tirkiyê rawestandine.
Amor got ku pêvajoya tevlîbûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê wê bi pêkanîna biryarên DMME (Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê) û Dadgeha Destûrî ve ji nû ve were zindîkirin.
Raportorê Parlamentoya Ewropayê yê Tirkiyê Nacho Sanchez Amor, di davbera 3-7 'ê Kanûnê de serdana xwe ya Tirkiyê temam kir.
Di van rojan de Amor gelek serdan û hevdîtin pêk anîn. Yek ji van serdanan jî 3'yê Kanûnê de bi DEM Partî re pêk hatibû.