Rageşiya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de hîn jî berdewam e.
Malpereke Îsraîlî ku agahiyên xwe dispêre îstixbarateke Îsraîlî ragihand ku artêşa Îsraîlê amadekariyan ji bo şerekî li eniya LIbnanê dike.
Ev yek jî ji ber ku Hizbullah hîn pêşbirka çekan dimeşîne.
Her wiha îstixbara Îsraîlî diyar kir ku Hizbullah hin endamên ji bo wê dixebitin tevlî artêşa Libnanê kiriye.
Di heman demê de Hizbullah mûşekan bi qaçaxî derbas dike û beşek ji operasyonên xwe di bin erdê de dimeşîne.
Îsraîl amadekariyan ji bo şerekî li Libnanê dike
Hate eşkerekirin ku li ser sînorê Libnan û wargehên niştecihbûnê tevgera artêşa Îsraîlê zêde bûye û ew li benda bersivekê ji Hizbullahê ne.
Berpirsên Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî texmîn dikin ku Hikûmeta Beyrûtê derfet ji bo bêçekkirina Hizbullahê winda kirine.
Van berpirsan eşkere kir ku Îran bi rêbazên curbecur ji bo piştgiriya Hizbullahê bi sedan milyon dolar dide wê.
Newaf Selam: Îsraîl pabendî peymana agirbestê nabe
Îro Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam destnîşan kir ku Îsraîl pabendî peymana agirbestê nabe û li dijî Libnanê şerekî dimeşîne.
Di vê çarçoveyê de, nûnerê serokatiya Fransayê Jean-Yves Le Drian biryar e sibê bigihêje paytexta Libnanê.
Berê, şandaya Neteweyên Yekbûyî serdana Libnanê kiribû.
Şandeyê pabendbûna Konseya Ewlekariyê ya ji bo piştgiriya aramî û serweriya Libnanê tekez kir.
Di mijdara sala borî de, bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, agirbestek hat îmzekirin