Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, ket roja xwe ya 9’an. Îsraîl diyar kir ku heta ew negihêjin armanca xwe wê êrîş berdewam bike. Her wiha Îranê ragihand ku ew jî ji şerê demdirêj re amade ne.
Heta van kêliyan êrîşên di navbera Îsraîl û Îranê de berdewam dikin.
Berî çend demjimêran Îsraîlê gelek êrîş li ser bajarê Esfahanê yê başûrê Îranê, pêk anî.
Li gor çavkaniyên Îranî, Îsraîlê cihên Nukleerî yên bajarê Esfahanê kirin armanc.
Ajansa Faris jî da zanîn ku bi êrîşa Îsraîlê ya li ser cihên Nukleerî yê li Esfahanê tu heyberên bi ziyan belav nebûn.
Berpirsên Îranê îro ragihandin ku wan 22 endamên Mosad a Îsraîlê li bajarê Qum girtin.
Ji aliyê Îsraîlê ve, Wezîrê Parastinê Yisraîl Katz ragihand ku bi êrîşên xwe yên li ser bajarê Qum du fermandarên giştî yên Supaya Pasdaran yên Îranê, kuştin.
Artêşa Îsraîlê dest nîşan kir ku bi çekên hewayî gelek êrîş li ser depoyên mûşekan û cihê avêtina wan li navenda Îranê, pêk anîne.
Berî çend demjimêran artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarê sêyem ê Supaya Pasdaran Henam Şehreyarî ku fermandarê yekîneya veguhestina medyaya şer a girêdayî Feyleq El Quds, kuştin.
Supaya Pasdaran îro ragihand ku êrîşa 18`mîn bi mûşekan li dijî Îsraîlê pêk anîn û li Tel Avîvê gelek cihên leşkerî û navenda artêşa Îsraîlê kirin armanc.
Di derbarê şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora IBC eşkere kir ku du hefte weke derfeta dawî ji bo danûstandinan bi Îranê re heye. Ew jî li ser bingeha ku Îran projeya Nukleerî rawestîne.
Trump ev yek jî anî ziman ku ev dem ber bi dawiyê ve diçe, ger Îran vê daxwazê pêk neyîne wê gavên nû ji bo ewlehiya herêmê bêne avêtin û dibe ku şer hîn zêdetir gur bibe û Amerîka li tenişta Îsraîlê şer bike.
Ji aliyê Îranê ve, Wezîrê Karê Derve Ebas Iraqçî duh li civîna ku bi dewletên Ewropî (Birîtanya, Fransa û Almanya) re, li Cinêvê pêk hatibû, diyar kir ku Îran dev ji dewlemendkirina Uranuymê bernade.
Ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Îranê ve, gelek şêniyên herdu welatan ji malên xwe derdikevin û neçar dibin ku berê xwe bidin welatên din, daku bi ewlehiyeke parastî jiyana xwe derbas bikin.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê eşkere kir ku ji despêka êrîşên Îsraîlê û heta îro 430 kes hatine kuştin û 3500 kes jî birîndar bûne.
Ragihandina Îsraîlê jî heta niha bi fermî tenê hejmara 24 kuştî û nêzî hezar birîndarî eşkere kiriye.
Ceylan Hesen