Şerê di navbera Îranê û Amerîka-Îsraîlê de hîn zelal nebûye.
Her wiha hem Îranê û hem Amerîka, ne destê wan ji danûstandinan dibe û ne jî dizanin şer berdewam bikin.
Aliyê navbeynkar Pakistan jî hîn hewldanên xwe dike.
Di daxuyaniyeke çapemeniyê de, Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar wiha got:
"Em ji pêşketineke girîng a danûstandinan piştrast in, em hewl didin ku agirbestekê pêk bînin û diyalogê bidin destpêkirin."
Mihemed Îshaq Dar tekezî li ser hewldanên berdewam ên pêşîlêgirtina êrîşên li ser welatên Kendavê kir.
Wezîrê Derve yê Pakistanê êrîşên li ser welatên Kendavê şermezar kirin
Her wiha Îshaq Dar êrîşên ku hatine kirin, şermezar kirin.
Wezîrê Derve yê Pakistanê destnîşan kir ku şêwirmendî hîn jî berdewam dikin, da ku pevçûn bi dawî bibin.
Mihemed Îshaq Dar da zanîn ku ew hêvîdar in ku ew ê bi ser kevin.
Donald Trump: Ew dizanin çi bikin û çi nekin
Di hevdîtineka li Ofîsa Oval de, li ser binpêkirinên agirbestê ji Donald Trump hat pirsîn, Trump got:
"Ew dizanin çi bikin û çi nekin û ev tiştê herî girîng e."
Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku di hêza deryayî ya Îranê de ti keştî tune ne, lê belê heşt qeyikên biçûk hene û hemû ji holê hatine rakirin.
Trump idîa kir ku ji ber vê yekê Îran li qeyikên biçûk digere, da ku hewl bidin bi hêza deryayî ya wan a mezin re pêşbaziyê bikin.
Li ser dorpêça benderên Îranê ya ji aliyê Amerîkayê ve, serokê Amerîkayê diyar kir ku ti keştiyên Îranî nekarîne derbas bibin.
Di dawiyê de, Donald Trump got ku divê tiştekî aqilmend bikin û naxwazin mirovan bikujin.