Li Xezeyê di 24 saetên dawiyê de 54 kes hatin kuştin

Di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Xezeyê 54 kes di nav de 24 kesên ku li benda alîkariyê bûn hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro di êrîşeke artêşa Îsraîlê de ya li ser navendeke alîkarîya mirovî ya li Refahê 3 kes hatin kuştin û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.

Her wiha Berdevkê Parastina Sivîl li Xezeyê duh ragihand ku di êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser kampa penaberan a Nuseiratê li navenda Xezeyê de 30 kes piraniya wan jin û zarok bûn hatine kuştin. 

Li gorî Parastina Sivîl, 21 kes jî li nêzî navendên belavkirina alîkariyê hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku ji destpêka şerê li Xezeyê zêdetirî 60 hezar kes hatine kuştin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24