Nîqaş û xebatên derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berdewam dikin.
Piştî nerazîbûna DEM Partiyê ya derbarê navê "Tirkiyeya Bêteror" de,MHP'ê navê komîsyona ku ji bo pêvajoya çareseriyê li Parlamentoya Tirkiyeyê bê avakirin guhert û navê wê kir "Komîsyona Biratî û Hevgirtinê."
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş beriya çend rojan daxuyaniyek dabû û destnîşan kiribû ku dê li meclîsê komisyona bi nave “Tirkiye ya Bêteror” were avakirin. Li hember vî di serî de DEM Partî û CHP gelek partî îtîrazên xwe anîn ziman.
Duh piştî ku Serokê MHP Devlet Bahçelî bi endamên komîsyona were avakirin yên MHP’yî re hevdîtin kir, bi daxuyaniyekê navê komîsyonê eşkere kir.
Li gor daxuyaniya cîgirê serokê MHP'ê Fetî Yildiz ku ya li ser media sanal belav kirî, navê komîsyonê bû “Komîsyona Biratî û Hevgirtinê”. Navên ku ji kontenjana MHP'ê di komîsyonê de cih bigrin jî wekîlên MHP Levent Bulbul, Halîl Ozturk û Yucel Bulut e.
Yilmaz Tunç: Em ê di warê teknîkî de alîkarî bidin
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç jî derbarê pêvajoyê de di bernameyeke televîzyonê de axivî û got: "Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên Meclîsê."
Tunç di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û da zanîn ku ji bo girtiyên nexweş yên ku cezayê muebetê girankirî negirtibin ji xwe yasa heye û dikare were bikaranîn.
Ji bo berdana endamê sekreteryaya Îmraliyê Weysî Aktaş jî Tunç dest nîşan kir ku ti pêkanînek taybet ji bo wî nehatiye kirin û Aktaş ji ber ku cezayê lê hatiye birîn qedandiye hatiye tehliye kirin.
Tunç derbarê nûçeyên manîpulatîf jî axivî û got: "Manşeta rojnameyekê ya der barê tehliyekirina 700 PKK'iyan ne rast e."