Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ragihand ku ger Îran hewil bide ku Uranyûmê dewlemend bike, ew ê careke din êrîşî Îranê bikin.
Her çendî şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de rawestiyabe jî lê daxuyanî û bertekên li dijî hev berdewam dike.
Sorokê Amerîkayê Donald Trump îro bi daxuyaniyek çapemenî gef li Îranê xwar ku ger dewlemendkirina Uranyûmê bidomîne, wê careke din êrîşî Îranê bike.
Îraqçî: Em amede ne bi DYA re hevdîtinan bikin
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Îraqçî, îro dest nîşan kir ku ew ji bû mijara Nukleerî amede ne ku ji nû ve bi DYA’yê re bikevin danûstandinan.
Her wiha li gorî ragihandinên Îranî, Îraqçî bersiva gefên Donald Trump ên ji bo êrîşeke din li ser Îranê da û got ku Tehran rê nade kesî ku çarenûsa wê diyar bike.
Girêdayî vê mijarê Ebas Îraqçî îro di daxuyaniyên xwe yên ji bo televîzyona dewletê ya Îranê de, cara yekem piştrast kir ku êrîşên Amerîkî zirareke mezin gihandiye binesaziya Nukleerî ya Îranê.
Sair: Ger Îran çekên Nukleerî bi dest bixe, em ê bersiv bidin
Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Cediûn Sair jî got ku ger Îran bixwaze çekên nukleerî bi dest bixe wê Îsraîl bi tundî bersiv bide.
Her wiha Cediûn Sair nîşan da ku operasyona leşkerî hewldanên dîplomatîk ji bo tecrîdkirina Tehranê nerawestandiye û Tel Avîv wê êrîşên xwe yên ji bo qelskirina Tehranê bidomîne.
Di 13’ê Hezîrana 2025an de, Îsraîlê bi zêdetirî 200 balafirên şer êrîşeke bi navê ‘Şêrê ku bilind dibe’ li dijî Îranî da destpêkirin. Di vê êrîşa 12 rojan de baregehên leşkerî, cihên nukleerî û fermandarên payebilind ên Îranê hatin armanckirin.
Îranê jî bi rêze êrîşên mûşekî bersiv da û hin bajarên Îsraîlê wêraniyek çêbû.
Ceylan Hesen