Li Idlibê ji ber bermahiyên şer zarokekî jiyana xwe ji dest da

Îro li gundewarê rojhilatê Idlibê di encama teqîna mayînekê de zarokekî jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Zarokê 13 salî dema ku li nêzîkî gundê Um Racim a Idlibê dema pezê xwe diçêrand, di encama teqîna mayînekê de, jiyana xwe ji dest da. 

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê SOHR'ê destnîşan kir ku ji ber bermahiyên şer li Sûriyeyê jiyana sivîlan ketiye metirsiyê, ji bo kêmkirina metirsiyên li ser jiyana welatiyan pêwîstî bi destwerwerdaneke lezgin heye. 

Ji destpêka sala 2025'an û vir ve li Sûriyyeyê di encama teqîna bermahiyên şer de, 492 kesan jiyana xwe ji dest dane.

 Di nav qurbaniyan de, 139 zarok û 31 jin hene.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24