10’ê Tîrmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, li hemberî Şaredariya Çankayayê operasyonek pêk hat.
Di vê operasyonê de, Şaredar Huseyîn Can Guner jî di nav de, 30 kes hatin binçavkirin.
Ev 30 kesên ku hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê ji bo girtinê hatin birin ji bo Dadgeriya Ceza ya Lihevanînê (Sulhê).
Şaredarê Çankayayê Guner bi sûcên sextekirina îhaleyê, damezirandina rêxistineke sûc û wergirtina bertîlan hat tawanbarkirin.
Dadgeriyê biryara girtina Guner û 24 kesan da.
Her wiha têkildarî 6 kesan de jî, biryara berdana bi mercêê kontrola edlî da.