Li bajarê Îranê Qumê teqîn çêbû

Lı bajarê Qumê yê Îranê di avahiyekê de teqîn çêbû û di encamê de gelek kes birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gor agahiyên Rêveberê Parastina Sivîlan a Qumê Elî Zendî, li kolana Bestiyê ya bajêr di avahiyekê de teqîn çêbû.

Li  gorî agahiyên destpêkê 7 kes birîndar bûn.

Rêveberê Parastina Sivîlan a Qumê  da zanîn ku tîmên hawarçûnê û parastina sivîlan çûne heremê.  

Rayedarên Îranê diyar kirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Di heman rojê de li Herêma Azad a Enzeliyê di navendeke kar de şewatek derket.

Li gorî medyaya dewleta Îranê, xebatên vemirandina şewatê bi beşdariya tîmên agirkujiyê û bi alîkariya helîkopteran hat kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye