Li Yemenê di 24 demjimêrên dawî de 63 kes hatin kuştin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê firotina 48 balafirên şer yên F-35 ji bo Erebistana Siûdî erê kir. Her wiha di 24 demjimêrên dawî de di encama şerê li Yemenê de 63 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Erebistana Siûdî û Hûsiyan êrîşên nû li ser sînorê ku her du aliyan bi hev ve girê dide pêk anîn.

Mediyaya Hûsiyan ragihand ku Erebistana Siûdî li parêzgeha Heca, ya nêzîkî sînorê Siûdiyê li perava Deryaya Sor û li nêzî Taizê êrîşên nû yên asmanî pêk anî.

Karbidestên parastina sivîl ên Siûdiyê gotin ku welatiyek Yemenî yê ku li Erebistana Siûdî dijî, bi ber perçeyên dronekê li bajarê Taîf hate kuştin. 

Duh li parêzgeha Taîfê, ya Erebistana Siûdiyê di encama êrîşên dronekê de kesek mir û du kesên din jî birîndar bûn.

Li Yemenê, di şerê di navbera hêzên hikûmetê û Hûsiyan de di 24 demjimêrên borî de herî kêm 63 kes hatine kuştin.

Her wiha Hûsiyan ragihandin ku di êrîşên asmanî yên Siûdiyê li ser Taîzê û li parêzgehên din 40 çekdar hatine kuştin.

Rayedarekî leşkerî yê hikûmetê da zanîn ku di 24 demjimêrên borî de 23 leşkerên hikûmetê di êrîşên mûşekî û dronên Hûsiyan de li parêzgehên Taiz û Lahjê hatine kuştin.

DYA'yê firotina 48 balafirên şer ên F-35 ji bo Erebistan Sûdiyê erê kir

Li alîyekî din Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Washingtonê firotina 48 balafirên şer ên F-35 û alavên pêwendîdar ji bo Erebistana Siûdî, bi bihayê 24.3 milyar dolarî, pejirand.

Wezaretê got ku firotina van alavên şer wê şiyana Erebistana Siûdiyê xurtir bike ji bo ku karibe parastina xaka xwe bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye