Li gorî çavkaniyên herêmî hat zanîn ku dermanên sewalan kêm in, yên heyî jî gelekî buha bûne, ev yek jî dihêle ku di nava sewalan de nexweşî belav bibin.
Hat diyarkirin ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê jî piştgiriyê nade xwediyên sewalan, ji ber vê yekê gelek sewalkar keriyên xwe yên pez bi buhayekî erzan difiroşin.
Her wiha ji ber vê rewşa zehmet hejmarek mezin a sewlkaran jî dest ji sewldariyê berdaye.
Li gorî lêkolînên ku li Humsê hatine kirin, di navbera salên 2024 û 2025’an de xwedîkirina pez ji sedî 4.1, bizin jî ji sedî 2.3 û mirîşk ji sedî 4,2 daketiye.
Pisporan diyar kir ku pêwîste tedbîrên pêwîst werin girtin, êmê pez bi buhayê guncav were peydakirin, derman û xizmetên beyterî jî werin pêşkêşkirin. Dîsa cihê çêrandinê werin diyarkirin.