Rêberên olî bang li Trump kirin ku çareserkirina zehmetiyên kêmneteweyên olî li Sûriyeyê bi rêya serdana serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed el-Şera berdewam bike.
Rêberên Xiristiyaniyan ji serok Trump daxwaz kirin ku serdana el-Şera ji bo çareserkirina komkujiyên ku Xiristiyan, Kurd, Durzî û Elewiyên li Sûriyeyê tê re derbas dibin, bike rojev û ji bo çareseriyê hewl bide.
Rêberan di peyama xwe de diyar kirin ku pêkhateyên Sûriyeyê her roj rastî kuştin, talankirin, birçîbûn û nebûna ewlehiyê tên.
Di dawiyê de, rêberan banga vekirina korîdoreke mirovî ya ewle ji bajarokê Xeder heta bi Siweydayê kirin, da ku alîkariyên mirovî bigihînin û sivîl werin rizgarkirin.