Netanyahu: Me 12 zanyarên nukleerî yên payebilind li îranê kuştin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro di daxuyaniyekê de got: "Me 12 zanyarên nukleerî yên payebilind li Îranê kuştin, da ku bernameya nukleerî ya Îranê rawestînin. Balafirên me li seranserî Îranê li hedefan xistin û parastina wan şikand."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Benjamin Netanyahu ev agahî dan: "Me dixwest bi Amerîkayê re li dijî Îranê şer bikin, ji ber ku Îran li ber bidestxistina çekên nukleerî bû û bi hezaran mûşek amede kiribûn ku bi ser me de bibarîne.

Me kesên berpirsiyarê bernameya çekên nukleerî ji holê rakirin.

Îranê dest bi xebata veguherandina uranyuma dewlemendkirî bo çekek nukleerî kiribû. Dema ku me ev agahî bi dest xist, me operasyonên xwe yên li dijî Îranê dest pê kirin."

Netanyahu da zanîn ku piştî şerê 12 rojan, wan îstîxbarat û agahdariyên girîng li ser bidestxistina Îranê ya çekên Nuklerî bi dest xistine.

Her wiha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku Xameneyî ferman da ku ji nû ve bidestxistina uranyuma dewlemendkirî û pêşxistina mûşekan ji nû ve dest pê bikin. Ev yek bû sedema ku em operasyonê bidin destpêkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye