Di 5 salên dawî de rêjeya baranê li Îranê kêm bûye

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di civînekê de got: "Eger baran di demeke kurt de li Tehrana paytexta Îranê nebare, wê ji meha bê ve li bajêr av bê birîn û ev jî têrê neke, emê neçar bimînin ku Tehranê vala bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ava Tehranê ji 5 bendavan tê dabînkirin.

Bendavên ku Tehranê avê jê digir e navên wan Lar, Mamlû, Emîr Kebîr, Talîkan û Latyan in.

Bendava herî mezin ku Tahran jê avê werdigre jî Bendava Emîr Kebîrê ye.

Li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê van pênc salên dawiyê de rêjeya baranê kêm bûye.

Hişkesaliyê 5 salên dawî li Îranê bûye sedem ku rezervên di bendavên ku avê didin gihîştine asta herî kêm a sedsala dawî de.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê têkildarî mijarê  di civînekê de axivî û amaje bi pirsgirêkên cur bi cur ên aborî û civakî yên Îranê kir.

Pizîşkiyan: Giranî û enflasyon şaştiya meclîs û hikûmetê ye

Pizîşkiyan diyar kir ku pirsgirêkên heyî hem encama tedbîrên şaş ên navxwyî ne û hem jî bi cezayan ve girêdayî ne û got:

"Giranî û enflasyon şaştiya Meclîs û Hikûmetê ye, Xebat hene lê ji ber ku çavkaniyên darayî sînordar in piroje nîvço dimînin."

Pizîşkiyan: Pêwîste parastina avê bikin

Serokkomarê Îranê anî ziman ku, Îran niha bi krîzên xwezayî yên wekî kêmbûna baranê û çavkaniyên avê re rû bi rû ye û dibe ku encamên van krîzan giran bin.

Mesûd Pizîşkiyan tekezî li ser pêwîstiya parastina avê û birêvebrina wê bi awayekî baştir be kir.

Pizîşkiyan: Em wê neçar bimînin Tehran vala bikin

Serokkomarê Îranê destnîşan kir ku bi taybetî pirsgirêka avê ya li Tehranê di asta xeteriyê de ye û wiha lê zêde kir:

"Eger baran nebare, divê em ji meha bê ve li Tehranê dest bi sînordarkirina avê bikin.

Eger piştî wê jî baran nebare, dê ava me nemîne û em dê neçar bimînin Tehranê vala bikin."

Bi taybetî di werzên  Bihar û Havînê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê baran qet nebariyaye, ev yek bûye sedema kêmbûna avê di bendavan de.

"Bendav herî zêde 2 heftiyan dikare avê bide " 

Rêveberê Giştî yê Desteya Avê ya Tehranê Behzad Parsa jî di 3`ê mijdarê de  di daxuyaniya  xwe de hişyarî dabû ku rezervên bendavan dikarin herî zêde du hefteyên din avê bidin Tehranê.

Amarên saziyên keşnasiyê nîşan didin ku îsal li Tehranê li gorî demsalên normal baran ji sedî 40 kêmtir bariye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye