Di gendeliyên Îraqê de 25 milyar dînar hatin desteserkirin

Dadgeha Tawanên Têkoşîna Dijî Gendeliyê ya Navendî ragihand ku di çarçoveya lêkolînên berdewam ên doza gunehbarê girtî wekîlê Wezareta Neftê “Ednan Cumeylî’’ de, dest danîne ser beşeke mezin a pere û kelûpelên giranbiha ku nirxê wan nêzîkî 25 milyar dînarên Îraqî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dadgeha Tawanan a Têkoşîna Dijî Gendeliyê ya Navendî ya Îraqê der barê desteserkirina çend milyar dînarên din di doza gendeliya Ednan Cumeylî de, daxuyaniyeke fermî belav kir.

Dadgehê ragihand ku dest hatiye danîn ser beşeke mezin a pere û kelûpelên giranbiha yên Ednan Cumeylî, wekîlê Wezareta Neftê ku nirxê wan nêzîkî 25 milyar dînarên Îraqî ye. 

12 milyar dînar û 200 hezar dolar di nava dîwaran de hatin dîtin

Li gorî daxuyaniyê, beşek ji van pereyên desteserkirî li ba çend kesan wekî emanet hatibû danîn, lê beşa din di nava dîwarên çend xaniyan de hatibû veşartin.

Agahiyên berfireh ên derbarê mal û milkên veşartî de hatine parve kirin wiha ne:

"Zêdeyî 12 milyar dînar û 200 hezar dolar di nava dîwaran de hatin dîtin.

4 kîlogram zêr û hejmarek demjimêrên giranbiha ji wan xaniyan hatin derxistin.

Parek di mexzenekê de ku nirxê wê nêzîkî 12 milyar dînar e, digel du xaniyên li herêma Yermûk a Bexdayê hatin astengkirin."

Dadgehê her wiha da zanîn ku di vê operasyona dawî de, koma giştî ya pereyên kaş gihîştiye 25 milyar dînarên Îraqî û 200 hezar dolarên Amerîkî, ji bilî 4 kîlogram zêr û xemilên giranbiha.

Dadgehê ew yek jî xistiye ber çavan ku lêkolîn di doza gunehbarê navborî de hîn jî berdewam in.

Ev yek di demekê de ye ku beriya niha Encumena Bilind a Dadwerî ya Îraqê ragihandibû ku koma giştî ya wan pereyên ku di dosyaya Cumeylî de dest bi ser de hatibû girtin, ji bo zêdetirî 98 milyar dînarên Îraqî û 11 milyon dolarên Amerîkî bilind bûbû.

Bi dîtina vê beşa nû ya 25 milyar dînarî û 4 kîlogram zêr, koma giştî ya pereyên desteserkirî yên vê dozê gihîştiye asteke gelekî bilindtir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye