Agahiyên Koma Borsaya Londonê û şirketa Kîpler diyar kirin ku 2 barhilgirên mezin ji tengava Hurmizê derketin û yek din jî li benda derketinê ye.
Di her sê barhilgiran de 6 Milyon bermîlên petrola xam a Rojhilata Navîn hene.
Li gorî heman çavkaniyan barhilgir zêdetirî du mehan e li benda derbasbûnê bûn.
Barhilgirên ku derbasbûnê yên Çînî ne û ya din jî ala Koriye Başûr li ser wê hatiye hildan û bi 2 milyon petrola xam a Kuweytê bar kiriye.
Barhilgir ji yên herî kêm in ku vê mehê di tengavê re derbas bûne.
Ji ber şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de tevgera barkirina di tengavê re kêm bûye.
Beriya şer 20 % ji petrola cîhanê di wê tengavê re dihat derbaskirin û li gorî agahiyan ji ber şer derdor 1500 barhilgir li Tengavê asê ne.
Wezîra Parastinê ya Fransayê: Hebûna mayînan li Hurmizê ne piştrast e
Di heman çarçoveyê de, Wezîra parastinê ya Fransayê Katrîn Fotran ragihand ku welatê wê ji hebûna mayînan li tengava Hurmizê ne piştrast e.
Daxuyaniya Katrîn Fotran piştî belavkirina raporên Amerîkî derbarê hebûna bi kêmanî 10 mayînan li Tengavê hat.
Katrîn Fotran ji radyoya France Info re, got ku ew di hemû rewşan de ji bo pêwîstiya rakirina mayînan, divê amade bin.
Wezîra parastinê ya Fransayê Katrîn Fotran ragihand ku ji bo egera karekî hevbeş ê Fransî-Brîtanî, çekên jinavbirina mayînan ji bo herêmê hatine şandin.
Katrîn Fotran diyar kir ku yek ji wan çekan jî li baregeha Parîsê ya li Cîbûtîyê heye.