Li bajarê Tehranê, amadekariyên xatrixwestina dawî tên kirin.
Ji tevahiya navçeyên Îranê bi milyonan kes berê xwe didin paytetxa welatê xwe, da ku beşdariyê di wan merasîmên girseyî de bikin, ku berî veşartina cenazeyê Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî bi hefteyekê hatine lidarxistin.
Destpêka merasîmê li Tehranê ye
Destpêka merasîmê li Tehranê ye, piştre derbasî bajarê Qum dibe, berî bi xak spartinê di roja 8`ê tîrmehê de, cenazeyê Elî Xamineyî ber bi Îraqê ve tê veguhastin, li Necef û Kerbelayê tê gerandin, herî dawiyê jî roja 9`ê Tîrmehê li bajarê Meşhed ew bajarê ku li wir ji dayik bibû, li wir tê veşartin.
Elî Xamineyî 37 salan rêberê bilind bû
Elî Xamineyî 37 salan xwediyê biryara herî dawî ya Komara Îslamî bû, ew piştî koça dawiyê ya Xûmeynî di sala 1989`an de bû Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî û ji wê demê û heya roja kuştina wî, desthilata herî mezin di destê wî de bû, serokomar û tevahiya berprisên din, biryarên Xamineyî bi cih dikirin.
Di 28'ê sibatê de Elî Xamineyî hat kuştin
ELî Xamineyî di yekem roja destpêkirina êrîşên Amerîka û Îsraîlê di 28`ê Sibatê de hat kuştin.
Niha jî û piştî derbasbûna zêdetirî 4 mehan bi ser kuştina wî de, cenazeyê Elî Xamineyî bi merasîmeke berfireh û fermî tê veşartin.
Mucteba cihê bavê xwe giritye
Niha kurê wî Mucteba cihê bavê xwe digire, di êrîşa 28` Sibatê de, Mucteba jî bi giranî birîndar bibû, ji wê rojê û heta niha Mucteba nehatiye dîtin, lê bi tenê dengê wî hatibû belavkirin.
Li Tehranê daxwaza tunekirina Amerîkayê tê kirin
Niha Amerîka û Îran dan û standinan dikin, êdî derî li ber lihevkirinekê vebûye, lê tevî navbeynkariya gelek welatan û îmzekirina Turmp û Pizîşkiyan li ser kaxezeke lihevkirinê, dîsan li Tehranê ew slogan bilind dibe ku berî 47 salan hatibû bilindkirin, alîgirên şoreşa Îslamî dibêjin ew mirinê ji Amerîkayê re dixwazin.