Endamê Tîma Serokatiya Sûriyê ji bo Bicihanîna Peymana 29'ê Çileyê, di heman demê de Endamê Parlementoya Sûriyê Mustefa Ebdî, li ser pêvajoya entegrasyona leşkerî, hin hûrgilî ji me re parve kirin.
Mustefa Ebdî da zanîn ku wê 4 hezar endamên lîwayên Parêzgeha Hesekê tev li perwerdeya artêşê bibin.
Ji bo entegrebûna endamên Asayişê jî, got ku nêzî 4 hezar endam entegre bûne, 9 hezar jî wê derbasî ezmûna qebûlkirinê bibin.
Têkildarî dosyaya zimanê Kurdî jî, Dr. Mustefa Ebdî tekez kir ku wê hemû bawernameyên Zanîngeha Rojava yên kevn werin qebûlkirin.
Mustefa Ebdî: Wê bawernameyên Zanîngeha Rojava werin qebûlkirin
Hemwextî berdewamiya xwepêşandanên welatiyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, li ser rewşa aborî, Endamê Tîma Serokatiya Sûriyê Mustefa Ebdî ev bersiv da:
Rêjîma berê welat xera kir û ti pere di bankên welat de nehêştin. Rewşa aborî gelekî xerab e û bi taybet a Hesekê ji ber ku çend salan rastî mehlê hat. Lê hêdî hêdî wê rewş baş bibe.
Li ser xwepêşandanên aborî yên li Cizîrê, Mustefa Ebdî diyar kir ku nirxê sotemeniyê tenê duqat bilind bûye.
Ev mijarên ku hatine nirxandin, di çarçoveya peymana 29’ê çileyê de pêk tên.