Cejna Qurbanê li Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin

Li Rojavayê Kurdistanê bi boneya roja yekem a Cejna Qurbanê, şêniyên herêmê serdana goristanan kirin û cejna xwe ji wir dest pê kirin. Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi şêniyên Qamişlo re nimêja sibehê kir. Fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê jî serdana goristana Şehîd Dijwar a Hesekê kir û cejna malbatên Qurbaniyan pîroz kir. Rayedar û gelê Rojava hêvî dikin ku ev cejin bibe wesileya aramî û aştiya civakî.

reset font size increase font size

Îro roja yekem a Cejna Qurbanê ye.

Di berbanga sibehê de şêniyên bajarê Hesekê û Qamişlo berê xwe dan goristanên şehîdan.

Li bajarê Qamişlo, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed tevî rûsipî û şêniyan nimêja cejnê li mizgefta Qasimo kir.

Piştî nimêjê Nûredîn Ehemd Cejna Qurbanê li her kesî pîroz kir.

Li bajarê Hesekê jî Fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê Rohilat Efrîn serdana goristana Şehîd Dijwar kir û cejna malbatên qurbaniyan pîroz kir.

Zarokan jî ji sibehê ve li nava kolanên bajarê Hesekê geriyan û şekir kom kirin.

Her wiha welatiyên Hesekê cejna Qurbanê pîroz kirin û daxwaz kirin ku di demeke nêz de hemû dîlgirtiyên Hêzên Sûriya Demokratîk ên di destê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, serbest werin berdan.

Welatiyên Hesekê: Em dixwazin êsîrên me werin berdan

Cejna Qurbanê, di roja yekem de, li gorî rêûresmên civakê bi rê ve diçe û hêviya hemû pêkhateyan ew e ku aloziya siyasî û aborî bi dawî bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye