Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku duh di êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê de, herî kêm 31 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya wezaretê di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de, herî kêm 4 zarok û 3 jin hene.
Hat diyarkirin ku di êrîşên li ser herêma Burc Şimali ya li nêzî bajarê Sur de 14 kes mirin.
Îsraîl operasyonên xwe li Libnanê berfireh dike
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ragihand ku Îsraîl wê operasyonên xwe yên leşkerî yên li Libnanê zêde bike.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan operasyonên bejahî jî kûr kirine.
Her wiha Artêşa Îsraîlê ji bo herî kêm 50 bajarok û gundên li başûr û rojhilatê Libnanê, banga valakirinê da.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser platforma X’ê bi Erebî daxuyanî da û bang li niştecihên herêmê kir ku “demildest malên xwe biterikînin û derbasî bakurê Çemê Zahranî bibin.”
Naxweşxane jî hatin hedefgirtin
Hat ragihandin ku li bajarê Nabatieh piştî êrîşan li gelek nuqteyan dûman bilind bû.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê ANI diyar kir ku ji ber bombebaranê li nexweşxaneya civakî zirarên mezin çêbûn.
Herêm tevî agirbesta 17’ê Nîsanê jî, di bin bombebarana Îsraîlê de ye.
Xebatkarên tenduristiyê hîn jî tên hedefgirtin
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê da zanîn ku li herêma Srifa, du xebatkarên tenduristiyê yên girêdayî Amal Movement di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku ji destpêka şer û vir ve hejmara xebatkarên tenduristiyê yên ku hatine kuştin, gihişte 120’an.
Di êrîşan de derdora 3 hezar kes hatine kuştin
Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, Îsraîl ji destpêka meha adarê û vir ve êrîşan didomîne û di encamê de herî kêm 3 hezar û 213 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Îsraîl dibêje di êrîşan de Hizbulah û binesaziya wê tên hedefgirtin.