Ajansa nûçeyan a Mîzanê ya Dadweriya Îranê, roja yekşemê ragihand ku 2 kes ku bi tohmeta hevkariya bi ajansa îstîxbarata Îsraîlê Mossadê û plankirina êrîşan li hundirê Îranê hatibûn girtin, hatin darvekirin.
Ajansê, diyar kir ku Mihemed Masûm Şahî û Hemed Walîdî, bi tohmeta endambûna di toreke sîxuriyê ya girêdayî Mossadê û wergirtina perwerdehiyê li derveyî welêt, di nav de li Başûrê Kurdistanê, hatibûn sûcdarkirin.
Ji aliyekî din ve jî di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Îranî, Serokê Ewlehiya Navxweyî ya Îranê Radan diyar kir ku hevkarên wî yên li Wezareta Îstîxbaratê, Besîc û Supaya Pasdaran tedbîrên bi bandor girtine.
Radan got :
"Ez dikarim piştrast bikim ku me derbên bihêz li binesaziya dijmin dane."
Her wiha Radan got ku di warê sîber de, kesên ku hewl dan nerazîbûna giştî derxînin holê yan jî piştgiriyê bidin kiryarên sabotajê hatine tespîtkirin.
Radan, dest nîşan kir ku zêdetirî 400 kesên ku hewl didan wêneyan ji cihên êrîşê ber hev bikin û belav bikin û agahiyan ji dijmin re bişînin, hatine girtin.
Her wiha kesên ku bi rêxistin û komên dijî Komara Îslamî re jî têkiliyên xwe hebûn, hatin şopandin û zêdetirî 100 ji wan hatin girtin.
"3000 çek hatin desteserkirin"
Radan, di derbarê desteserkirina çekan de ragihand ku di operasyonên ku hatine kirin de, zêdetirî 3,000 çek û gelek cebilxane û madeyên qedexekirî hatine desteserkirin.