Şevê din li Kendava Umanê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê keştiyeke barhilger girtin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump derbarê mijarê de, li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.
Donald Trump diyar kir ku keştiya bi navê “TOUSKA”yê hewl daye dorpêça deryayî ya Amerîkayê derbas bike, lê Hêzên me pêşî li wê girtiye û wiha got:
Trump: Keştiya Îranî di bin kontrola me de ye
"Keştiya TOUSKA'yê a barhilgir a ku ala Îranê li ser e, nêzîkî 274 metreyan dirêj e û giraniya wê hema bêje bi qasî keştiyeke firokehilgir e, hewl da dorpêça me ya deryayî derbas bike, lê ev yek ji bo wan baş bi dawî nebû.
Keştiya wêranker a mûşekavêj a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li Kendava Umanê pêşî li TOUSKA`yê girt û ji bo rawestandinê hişyariyeke zelal da wan."
Trump, dest nîşan kir ku karmendên keştiyê guh nedane hişyariyan û got:
"Karmendên Îranî guh nedan vê yekê, loma keştiya me ya deryayî bi darê zorê ew rawestand.
Niha, keştî di bin kontrola leşkerên deryayî yên Amerîkayê de ye."
Her wiha serokê Amerîkayê, bi bîr anî ku keştiya TOUSKA'yê ji ber çalakiyên xwe yên ne yasayî di bin cezayên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê de ye û got:
"Keştî bi temamî di destê me de ye û em dinêrin bê ka çi di nav de heye"
Îran: Em tevlî dan û standinên li Îslamabadê nabin
Ji aliyê xwe ve, Fermandariya Hevbeş a Hêzên Çekdar ên Îranê diyar kir ku Amerîkayê bi binpêkirina agirbestê bi êrîşkirina keştiyeke bazirganî ya Îranî li Kendava Umanê tawanbar kir û soza bersivdayînê da.
Ajansa IRNA`yê ya Îranê, ragihandin ku Tehran pêkanîna dan û standina bi Amerîkayê re red kiriye û wiha got:
"Ne beşdarbûna me li Îslamabadê, ji ber daxwazên zêde yên Waşingtonê, gumanên ne li gorî rastiyê, guhertinên domdar ên helwestê, nakokiyên dubare û dorpêça deryayî ya berdewam ku ew wekî binpêkirina agirbestê ye."