Nirxê petrolê zêde bû

Aloziya li Tengava Hurmizê bandoreke neyînî li Petrol, Zêr û Zîvê dike. Desteserkirina Amerîkayê li ser keştiyeke Îranê bandora xwe li aboriya cîhanî da. Ji ber vê, Petrol ji %6 biha bû, zêr û zîv erzan bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bihayê petrolê, îro bi bilindbûneke berbiçav dest pê kir û ji sedî 6 bilind bû.

Bi vê yekê, beşeke berbiçav a zirara xwe ya ji sedî 9 a roja înê telafî kir.

Sedema vê yekê, destdanîna ser keştiyeke bazirganiyê ya Îranê ji aliyê Hêza Deryayî ya Amerîkayê ve ye.

Îro di roja yekem a vebûna bazaran a vê hefteyê de, bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 6 dolar û 11 sentan bilind bû û bermîleke wê bi 96 dolar û 49 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 6 dolar û 53 sentan bilind bû û bi 90 dolar û 38 sentan hat firotin.

Dolar biha bû pê re zêr erzan bû

Destdanîna ser keştiyeke Îranê ji aliyê Amerîkayê ve, bû sedem ku bihayê petrolê careke din bilind bibe.

Ev bilindbûna bihayê petrolê, bû sedem ku bihayê dolar bilind bibe û bihayê zêr jî dakeve.

Vê sibê, Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê her onseyeke zêr bi qasî 50 dolaran daket û niha li derdora 4 hezar û 800 dolaran tê firotin.

Aloziya li Tengava Hurmizê zîv erzan dike

Her wiha zîv jî ji ber heman sedemê erzan bû.

Vê sibehê bihayê onseke zîv 50 sent daket û bû 80 dolar û 23 sentan.

Bi vê yekê, niha li bazarên cîhanê kîloyeke zîv bi 2 hezar û 580 dolaran tê firotin.

Îro serê sibehê, dema bazar hatin vekirin, bihayê zîv heta 78 dolar û 64 sentan daketibû, lê bi lez zirarên xwe telafî kir.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye