Li navçeya Erdîşê ya Wanê, gelek gund bi pirsgirêka rê re, rû bi rû ne.
Ji ber zêdebûna toz û qûmê di havînê de rêyên gundan bêkêr mane.
Daxwazên ku di derbarê vê pirsgirêka rê de ji şaredariyê re hatin şandin, nehatin bersivandin.
Ajokarê wesayîta xwendekaran ê gundan Mehmet Koç, rave kir ku berê li ser rê zivt hebû, lê niha bi hinceta "nûjenkirinê" hatiye rakirin û wiha got:
"Bi salan e em di nav heriyê de dijîn. Wesayîtên me her tim xerab dibin, em çi qezenc dikin, didin pîşesaziyê.
Wesayîtên me êdî nayên bikaranîn, em çareyekê dixwazin."
Ajokarê wesayîta xwendekaran Mehmet Mator jî gazinên xwe wiha anîn ziman:
Me gelek caran serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da, lê her tim em hatin mijûlkirin.
Ev ne tenê pirsgirêka rê ye, ev yek binpêkirineke li ser mafê perwerdeyê ye."
'Gundî daxwaza çareseriyê dikin'
Akîf Çelîk ê ji şêniyên gundê Payê ye, diyar kir ku bi salan e ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin û got:
"Kes nayê û li halê me napirse.
Gundê me nêzî 300 mal e û gelek gundên derdorê jî vê rêyê bi kar tînin. Tevî vê yekê jî rayedar bêdeng in.
Ewqas mirov li vir dijîn, ev nayê qebûlkirin."