Rûsatom: Vegera karmendan bo êstgeha nukleerî ya Buşehrê didome

Ajansa nûçeyan a Rûsî Sputnik, bi gotina serokê kompaniya enerjiya atomî ya Rosatom, Alexei Likhachev, ragihand ku vegera karmendên Rûs bo êstgeha nukleerî ya parêzgeha Bûşehirê ya Îranî li gorî planan berdewam dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansê lê zêde kir ku rewşa li Bûşehirê hem li êstgehê û hem jî li herêmê aram e û hebûna karmendên Rûsî hêdî hêdî zêde dibe.

Di 10`ê tebaxê de, kompaniya Rosatom diyar kiribû ku kompaniyê dest bi pêvajoya vegerandina pisporên xwe bo êstgeha nukleerî ya Bûşehirê kiriye û pênc kes ji beşa endezyariyê vegeriyane êstgehê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye