Di 30`ê tebaxê de li peravên bajarê Gîrne yê Qibrisê keştiyeke rêwiyan a bi navê Fîlo Jet li Qibrisê, dema diçû Tirkiyê, binav bû.
Di daxuyaniya Serokwezîriya Qibrisê de hat diyarkirin ku xebatên lêgerînê yên piştî qezaya keştiyê ya li hemberî beravên Gîrneyê heta niha didomin.
Serokwezîriyê ragihand ku ekîba ku lêgerînê didomîne, îro gihiştiye cenazeyeke din û ji bo diyarkirina nasnameya cenazeyê, lêkolînên pêwîst hatine destpêkirin.
Hat ragihandin ku ji bo gihiştina cenazeyeke din, xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Bi dîtina cenazeya nû re, hejmara kesên ku di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 27 kesî.