Li gorî agahiyên ku ji Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ve hatiye belavkirin, li taxa Pardis a Kirmaşanê 2 jinên bi navê Fatîme Lutfî û Zehra Şahbazî, di bûyereke tundûtûjiya navmalî de hatin gulebarankirin û qetilkirin.
Her du jin ji aliyê ciwanê 18 salî Emîrhuseyîn Şahbazî ku kurê Fatîme Lutfî û birayê Zehra ye hatine qetilkirin.
Ev ciwanê 18 salî bi çekekî, dayika xwe ya 46 salî û xwişka xwe ya 26 salî gulebaran kir.
Çavkaniyên agahdar ên bi dozê re ji Hengawê re gotine ku qetilkirin piştî nakokiyên malbatî yên cidî û berdewam pêk hatine.
Ku berê jî çend doz li ber dezgehên dadwerî hatibûn vekirin.
Der barê ka Şahbazî hatiye girtin an na, ti agahî nehatine belavkirin.