Cezayê bidarvekirinê li 3 Kurdan hat birîn

Kiryarên dewleta Îranê yê bidarvekirina Kurdan berdewam e. Dewleta Îranê cezayê bidarvekirinê li 3 welatiyên Kurd birî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kiryarên dewleta Îranê yê bidarvekirina Kurdan berdewam e. 
Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê bidarvekirinê li sê welatiyên ji Kirmanşanê birî ku di xwepêşandanên dawî yên li paytextê de, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibûn girtin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Herana, der barê biryara bidarvekirina sê welatiyên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê raporek weşand.
Li gorî raporê, Dadgeha Şoreşê ya Tehranê şaxa 23’yan cezayê bidarvekirinê li Xesrew Mihemedîniya, Mesûd Toşmalanî û Sîrwan Şehîdî biriye. 
Dadgehê tawanên wekî “şerê li dijî xwedê, kombûn û lihevkirina li dijî ewlehiya neteweyî” xistiye stûyê wan.
Ev sê welatî niha di Girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê de tên ragirtin.
Di heman dozê de, jinek jî bi pênc salan cezayê girtîgehê hatiye cezakirin û dosya wê hîn di qonaxa lêkolînê de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye