Koalîsyona bi serokatiya Erebistana Siûdî ragihand ku Hûsiyan stasyona belavkirina elektrîkê ya ku elektrîkê dide Mizgefta Pêxember armanc girtine.
Li gorî koalîsyonê, dronek yek ji transformatoran derxistiye derveyî kar, lê tora elektrîkê bi tevahî nehatiye qutkirin.
Koalîsyonê got ku piştî lêkolîna parçeyên dronê, gihiştine wê encamê ku êrîş ji aliyê Hûsiyan ve hatiye kirin. Hûsiyan ev îdîa red kir û got ku ev daxuyanî ne rast e.
Di heman demê de, Hûsiyan ragihandin ku Erebistana Siûdî li ser paytexta Yemenê, Sena, û deverên din êrîşên asmanî kiriye.
Koalîsyonê her wiha ragihand ku fuzeyek balîstîk a ji aliyê Hûsiyan ve hatiye avêtin ber bajarê Xemîs Muşeyt, li başûrê Erebistana Siûdî, hatiye astengkirin û têk birin.
Li gorî daxuyaniyê, di vê bûyerê de agahiyên li ser kuştî û birîndaran nehatine dayîn.