SOHR: Li Sûriyê di rojekê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di 19ê Îlonê de 6 kes di şert û mercên cuda de li Sûriyê hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

SOHR`ê derbarê hûrguliyên kuştina van 6 kesan de ev agahî dan:

“Li Idlibê ji ber guleyeke bêserûber ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Neşwa ya bajarê Hesekê û Minbicê jî, 2 ciwanan dema ku çekên xwe paqij dikirin, bi şaştî gule ji çekên wan derket, di encamê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gundewarê Hemayê berpirsekî DAIŞ`ê di operasyoneke esmanî ji aliyê hêzên girêdayî Hevpeymaniya Navneteweyî ve hat kuştin.

Li Dêra Zorê şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Endamekî Hêzên Erka Xweparastinê di êrişên DAIŞ`ê de şehîd bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye