Şerê Urkaranya û Rûsyayê hemû dijwariya xwe dewam dike û her carê jî aliyek pêşketina xwe di şer de radigihîne.
Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî têkildarî birêveçûna şer axivî û got ku êrîşên dijber, planên Rûsyayê têk dibin.
Zelenskî piştrast kir ku hêzên Ûkraynayê çeperên xwe li derdora Kuprinskê girtine.
Her wiha da xuyakirin ku hêzên wan heft bajarok û 160 kîlometre li derdora Pokrovsk û Dobropolye vegerandine û neh bajar paqij kirine.
Zelensky ragihand ku hêzên Ûkraynayê li herêma Donetskê, ku beşek ji aliyê Rûsyayê ve hatiye kontrolkirin û dixwaze Kîev berî her rêkeftineke aştiyê dev jê berde, hîn jî li qadê şerên herî dijwar hene û her roj leşkerên Rûsyayê tên girtin.
Li beramberî wê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê destnîşan kir ku du bajarokên din li herêmên Pokrovskê û Zaporizhzhiayê kontrol kirin.
Rûsya bi dijwarî li Ûkraynayê da: 4 kuştî
Serokê Ûkraynayê anî ziman ku Rûsyayê vê sibehê 40 mûşek û nêzîkî 580 dron avêtine Ûkraynayê, di encamê de 4 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Zelenskî da zanîn ku êriş dijwar bû û wiha got: "Her êrişeke bi vî rengî ne gerek e ku leşkerî be, lê belê stratejiyeke bi zanebûn a Rûsyayê ye ku armanc jê tirsandina sivîlan û rûxandina tesîsên me yên bingehîn e."
Zelenskî bang li hevalbendên Kîevê kir ku pergalên parastina hewayî yên ji bo Ûkraynayê û cezayan li ser Rûsyayê zêdetir bikin.
Serokê rêveberiya leşkerî ya herêma Dnipropetrovsk a li rojhilatê Ûkraynayê Sergei Lysak demek berê daxuyaniyek li ser Telegramê weşand û got herêma Dnepropetrovsk careke din bûye hedefa êrişeke mezin.
Lysak destnîşan kir ku di encama êrişê de kesek hat kuştin, 26 kes jî birîndar bûne.