Qalîbaf: Tengava Hurmizê di bin kontrola me de ye

Serokê Parlamentoya Îranê got ku Tengava Hurmizê di bin kontrola wan de ye. Heta rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê wê tengav girtî bimîne.Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê ragihand ku wan ji Amerîkayê pêşniyareke nû ya peymanê wergirtiye û niha ew dinirxînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Qalîbaf: Tengava Hurmizê di bin kontrola me de ye

Aloziya li tengava Hurmiz bûye rojev û bandoreke neyînî li aboriya cîhanî kiriye.

Mihemed Baqir Qalîbaf di peyameke vîdeoyî de qala rûbirûbûna Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê û artêşa Amerîkayê kir.

Qalîbaf diyar kir ku ev rûdan hevdemî dan û standinên li Pakistanê pêk hatiye.

Qalîbaf hişyarî da ku eger Amerîka dorpêça xwe bidomîne, ew dê çûn û hatina deryayî ya li wê Hurmizê sînordar bikin.

Qalîbaf got ku Îran li hemberî tevgera keştiyeke Amerîkayê rawestiyaye û ev kar wekî "binpêkirina agirbestê" pênase kir.

Li gorî Qalîbaf, piştî hişyariya Îranê, aliyê Amerîkayê bi paş ve vekişiyaye.

Serokê Parlamentoya Îranê li ser dorpêça Amerîkayê got:

"Em rê nadin rewşek çêbibe ku welatên din di Tengavê re derbas bibin lê Îran ji wê rêyê bêpar bimîne."

Ev aloziya nû ya li Tengava Hurmizê di wextekî ku tenê 4 roj ji agirbesta 2 hefteyan maye.

Îran: Tengava Hurmizê heta rakirina dorpêça Amerîkayê girtî ye

Ji aliyê xwe ve jî, hêzên Supayên Pasdarên Şoreşa Îslamî a Îranê der barê aloziya li Tengava Hurmizê daxuyaniyek da. Supayên Pasdarên Îranê ragihand ku Tengava Hurmizê heta rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê girtî dimîne.

Pasdaran eşkere kir ku wan duh rê dane ku çend keştî di tengavê de derbas bibin û ev jî bi peywendiya keştiyan bi hêzên wan pêk hat.

Îran: Me ji Amerîka pêşinyareke nû girtiye û em dinirxînin

Hemwextî girtina Hurmizê ji aliyê Îranê ve, Îran pêşinyarek nû li ser peyamê wergirtiye.

Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê bi daxuyaniyê ev yek ragihand û got ku pêşniyara nû bi rêya Serfermandarê Pakistanê Asim Munîr hatiye gihandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komara Îslamî ya Îranê niha li ser van pêşniyaran dixebite lê hîn ti bersiv nehatine dayîn."

Axios: Amerîka ji bo şer hazirtiyên xwe dike

Ji ber ku tenê 4 roj ji agirbestê re mane, Li Amerîkayê amedekariyên şer tê kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, berbanga şemiyê li "Odeya Rewşên Awarte" ya li Koşka Spî civîneke bilez û awarte kir.

Di civînê de krîza nû ya Tengava Hurmizê û paşeroja dan û standinên bi Îranê re hatin gotûbêjkirin.

Berpirsekî payebilind ê Amerîkayê derbarê civînê de ji Axiosê re axivî û ev hişyarî da:

"Eger di demek nêzîk de bipêşketineke dîplomatîk çênebe, şer dê di rojên bê de ducare dest pê bike."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye