Îran vekişîna ji peymana Ne-belavbûna Çekên Nûklerî dinirxîne

Medyayên Îranê ragihandin ku Îran vekişîna ji Peymana Ne-Belavbûna Çekên Nûklerî dinirxîne û ew didin zanîn ku ev yek jî nêzîkî bidawîbûnê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajnasa Nûçeyan a Îranê Tesnîmê ragihand ku hin saziyên li Îranê bi lez û bez vekişîna ji Peymana Ne-belavbûna Çekên Nukleerî (NPT) dinirxînin.

 

Li gorî Tesnîmê Ev encam nêzîkî dawîyê ye.

 

Her wiha Tesnîmê got ku rêveberê ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî Rafael Grossi, "bi awayekî ne yekser dijmin teşwîq dike ku çekên navokî li dijî tesîsên Îranê bi kar bîne".

 

Tesnîm li ser zarê saziyên Îranê got ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî, beyî tu astengî yan şermezarkirinekê destûrê dide ku Amerîk û Îsraîl êrîşî tesîsên Îranê bikin."

 

Li gorî peymanê, divê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî şert û mercan ji bo parastina karanîna Îranê ya teknolojiya nukleerî ya aştiyane û pêvekên wê peyda bike.

 

Ajnas Nûşeyan a Tesnîmê her wiha got: 

 

"Vekişîna ji Peymana Ne-belavbûna Çekên Atomî nayê wê wateyê ku ber bi çekên atomî ve biçin, lê belê ji bo ku rê li ber berdewamiya sîxuriya Amerîkî û Îsraîlê di bin navê mufetîşên Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî de were girtin.”

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye