Trump: Rayedarên Îranê pir dixwazin bi me re peymanekê îmze bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku rayedarên Îranê pir dixwazin ku rêkeftinek ji bo bidawîbûna şer pêk were. Trump, diyar kir ku rayedarên Tehranê naxwazin ku ev daxwaz eşkere bibe ji ber ku ditresin ku gelê Îranê wan bikuje yan jî em wan bikujin. Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî jî da zanîn ku bi Amerîkayê re diyalog û dan û standin tune ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev nêzîkî 4 hefteyan e ku êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê, berdewam dikin.

 

Niha jî Amerîka û Îran ji bo bidawîbûna şer berê xwe dane dan û standinan.

 

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, duh diyar kir ku Îran pir dixwaze ku rêkeftinek pêk were, lê ew îdea dike ku "niyeta wê tune ku ji bo bidawîanîna şer hevdîtinan bike."

 

Ev daxuyaniyên nakok di demekê de tên ku zirara aborî û mirovî ya şer zêde dibe.

 

Di nav de, kêmbûna sotemeniyê ya cîhanî, şîrket û dewlet hewl didin ku tedbîrên ji bo kontrolkirina encamên wê bi cîh bînin.

 

Trump, diyar kir ku aliyê îranî naxwaze ku daxwaza xwe eşkere bike û got:

 

"Rayedarên Îranê dan û standinê dikin.

 

Ew pir dixwazin ku peymanekê bi me re îmze bikin, lê ji eşkerekirina vê yekê ditirsin, dibe ku gelê Îranê wan bikuje.

 

Her wiha ew ditirsin ku em jî wan bikujin."

 

 

 

Iraqçî: Bi Amerîkayê re dan û standin tune ne

 

 

 

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî, di hevpeyvînekê bi televîzyona dewletê re, behsa dan û standinên bi Amerîkayê re kir.

 

Iraqçî diyar kir ku ew bi Amerîkayê re tu dan û standin nekirine û wiha got:

 

"Tehran û Waşington tenê bi rêya navbeyînkaran name ji hev re şandine,

 

Lê belê, bi Amerîkayê re ne diyalog û ne jî dan û standin hene.

 

Bersiva me ji wan re, çi zelalkirina helwestên me be, çi jî dayîna hişyariyên pêwîst be, nikare wekî dan û standin an diyalog were binavkirin; ew tenê dan û standinek peyaman e ku bi rêya hevalên me tê kirin."

 

Trump, aliyên Îranê ku bi wan re dan û standinê dike, eşkere nekir.

 

Nemaze bi dehan ji raydarên Îranê yek ji wan jî Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî di yekem roja êrîşan de hatibû kuştin.

 

Ev yek bû sedem ku Îran êrîşên tolhildanê li dijî Îsraîl, baregehên Amerîkayê û gelek welatên Kendavê berfireh bike.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye