Berdevkê Koma Çekdar a Seraya Ewliya Dem a li Îraqê Ebumehdî Ceferî, ragihand ku ew û alîkarên xwe, berjewndiyên Amerîkayê, bi taybetî li welatên Kendavê û Urdunê, hedef digirin.
Ceferî diyar kir ku ji baregehên Amerîka yên li hinek welatên Kendavê û Urdunê, êrîşên li dijî hêzên Heşda Şeibî û Wezareta Parastinê ya Iraqê, hatine pêkanîn.
Hizbulah: Me êrîşî ser Wezareta Parastina ya Îsraîlê kir
Di heman çarçoveyê de Hizbulah a Libnanê jî ragihand ku îro danê sibehê hêzên wan wek bersivekê li hember êrîşên vê dawiyê, baregeha Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ya li navenda Tel Avîvê hedef girtine.