Wezîrê Dadê yê Tirkiyê: Her kes dê bi nasnameya xwe medya dijîtal bikar bîne

Wezîrê Dadê Akin Gurlek diyar kir ku verastkirina medyaya dijîtal li Tirkiyê jî dê di komeqanûna darazê de cih bigire û got: "Me bi platformên medyaya dijîtal re lihev kir. Dê di nava 3 mehan de her kes tenê bikare bi nasnameya xwe ya rast medyaya dijîtal bi kar bîne."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Akin Gurlek, ji bo çend hevdîtinan hate Amedê.

Gurlek, di konferansê de got ku; dê ji bo medyaya dijîtal verastkirineke nû bikin û got:

"Li ser medyaya dijîtal hesabên sexte tên vekirin. Hewceye hiqûqeke medyaya dijîtal hebe.

Heke kesek li ser medyaya dijîtal parvekirinekê bike, divê nasnameya wî aşkera be."

Wezîrê Dadê da zanîn ku ew ê di Komeqanûna 12’an a darazê de cih bidin vê.

Gurlek, li parêzgeriyê bi xwişka Rojîn Kabaîşê Elîf Kabaîşê re hevdîtin kir û piştre li Eywana Konferansan a Helbestvan Cahît Sitki Taranci ya Zanîngeha Dîcleyê re bi xwendekaran re hevdîtin kir.

Malbata Nîlay Esmer a rastî tacîza zayendî ya bavê xwe hatibû, di têketina konferansê de daxwaza edaletê kir.

Wezîr Gurlek guh neda malbatê û malbatê û destûr nehat dayin malbat tev li konferansê bibe.

Balkêş e ku di dema axaftina Gurlek de gelek xwendekar derketin. Peywirdarên ewlehiyê pêşiya xwendekarên dixwestin derkevin girtin û jı wan re gotin "Axaftin didome, dernekevin."

Demekî kin piştre jî wezîr Gurlek ji eywanê derket.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye