Pişî rawestandina şerê 40 rojî yê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, agirbestek ji bo pêkanîna peymanekê di navbera Amerîka û Îranê de pêk hat.
Ji bo lidarxistina dan û standinan, Îran û Amerîkayê berê xwe dan Pakistanê ku ew jî di navbera her du dewletan de rola navbeynkariyê dilîze.
Gera dan û standinan di navbera her du aliyan de li Pakistanê bê encam bi dawî bû.
Dan û standinên li Swîsreyê di navbera Îran û Amerîkayê de
Piştî civîna li Pakistanê bi demekê û veguhastina muzekereyan, her du aliyan bi rêya medyayê peymanek ragihand.
Berî 3 rojan jî, ji bo îmzekirina peymanê, her du alî bi beşdariya navbeynkarên Qeter û Pakistanê, berê xwe dan Swîsreyê.
Civîna li Swîsreyê piştî 80 deqeyan bi dawî bû.
Xalên binakok ên di dan û standinên Îran û Amerîkayê de
Ji destpêka dan û standinan û lidarxistina civînan ve, her du alî li ser 3 xalên sereke li hev nakin.
Ev her sê xalên serke jî, Tengava Hurmizê, pereyên cemidandî yên Îranê û mijara nuklerî ya Îranê ne.
Aliyê Amerîkî piştî civînê ragihand ku wan pêşketineke girîn bi Îranê re pêk aniye.
DYA: Îranê pejirandiye dezgehên wê yên nuklerî werin vekolan
Der barê mijara nuklerî de, cîgerê serokê Amerîkayê C.D Vance got ku Îranê erê kiriye dezgehên wê yên nuklerî ji aliyê vekolerên Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî ve werin vekolan.
Aliyê Îranî piştî vê yekê derket, ev agahî derwandin û got ku mijara nuklerî nahtiye gotûbêjkirin.
Îranê got ku mijara nulerî nayê gotûbêjkirin, heta ku hemû bendên peymanê pêk werin.
Her wiha îro jî, rêveberê giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî, Rafael Grossi, piştrast kir ku li gorî bendên peymana ragihandî, vekoler dê serdana navendên nuklerî yên li Îranê bikin.
Berî van daxuyaniyan û berî civîna Swîsreyê, serokê Amerîkayê Donad Trump diyar kiribû ku Îran soz daye ku çeka nuklerî bi dest nexe.
Îro careke din Trump ev yek bi bîr xist û got:
"Îraniyan, weke beşek ji lihevkirinên dawî, soz daye ku çekên nuklerî bi dest nexin.
Heke Îran dixwaze belayê bi dest bixe, bila ber bi çekên nuklerî ve biçe."
Tengava Hurmizê heta 6o rojî dê bê pere vekirî be
Her wiha der barê Tengava Hurmizê de, li gorî daxuyaniya Trump, her du aliyan li hev kiriye ku di heyama 60 rojî de ku ji bo dan û standinan hatine destnîşankirin, dê Tengava Hurmizê bê pere li hemberî keştiyên bazirganiyê vekirî be.
"Pereyên Îranê yên cemidandî ji bo kirîna alavan ji Amerîkayê dê werin bikaranîn"
Xala sêyem jî ya peryên cemidandî yên Îranê ye.
Cîgerê serokê Amerîkayê C.D Vance, piştî civîna li Swîsreyê, diyar kir ku wan lêkolînek daye destpêkirin bê ka ev pere alîkariya gelê Îranê dikin yan na, da ku wan ji nû ve çalak bike.
Duh jî, Trump der barê vê mijarê de da xuyankirin ku mal û milkên Îranê yên ku dê werin vekirin, dê ji bo kirîna berhemên çandiniyê û dermanan ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê werin bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ev yek red kir û wiha got:
"Gotegotên ku dibêjin ku pereyên cemidandî yên Îranê
dê ji bo kirîna berhemên çandiniyê yên Amerîkî werin bikaranîn, derew in."