Divê mafên Sûriyan û Asûran di destûra Sûriyê de werin misogerkirin

Partiya Yekitiya Suryanî di civîna xwe ya salane de diyar kir ku divê danezana destûrî were guhertin û divê mafên siyasî, neteweyî û çandî yên gelê Suryanî Asûrî nas bike û ev yek bibe gava pêşîn a girîng ku ev maf di destûrê de werin misogerkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Partiya Yekitiya Suryanî duh civîna xwe ya salane li dar xist.

 

Endam û rêveberên hemû şax û nivîsgehên partiyê beşdarî civînê bûn.

 

Di civînê de rewşa siyasî, civakî û aborî ya Sûriyê, her wiha rewşa gelê Suryan-Asûr bi gelemperî hatin nîqaşkirin.

 

Partiyê der barê civînê de îro daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê Facebookê weşand.

 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di civînê de rewşa rêxistinî ya partiyê hatiye nîqaşkirin, pêvajoyên berê hatine nirxandin, rapor hatine xwendin û plansaziya sala bê hatiye danîn.

 

Li gorî daxuyaniyê, beşdaran diyar kir ku pêvajoya ku Sûriyê tê re derbas dibe, hewldan û xebatên aştiyane hewce dike da ku gelê Suryanî yê Asur rola xwe bistîne û mafên xwe yên rewa bi dest bixe.

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

 

"Divê Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê biryarekê bide ku mafên siyasî, neteweyî û çandî yên gelê Suryanî Asûrî nas bike û ev maf di destûrê de werin misogerkirin."

 

Beşdaran girîngiya peymana 29'ê Çileyê ya di navbera QSD û Hikûmeta veguhêz de jî vegotin.

 

Bi şertê bicihanîna wê piştgirî dan peymanê ku hêviyên tevahî pêkhateyên herêmê di çarçoveyeke nenavnedî ya berfireh de pêk bîne.

 

Di dewama daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku beşdaran gotiye, divê Hikûmeta Veguhêz hevbeşiyeke rasteqîn ji bo tevahî beş û pêkhateyên gelê Sûriyê pêk bîne û nûnertiya wan di saziyên hikumetê de çêbike.

 

Di heman demê de ji bo guhertina danezana destûrî bixebite û komîteya sazkirina destûreke daîmî ji Sûriyê re dane, da ku rola gelê Suryanî yê Asûrî tê de hebe.

 

Partiyê bang li civaka navneteweyî û welatên cîran kir ku, alîkariyê bidin ji nû ve avakirina Sûriyê, dosyaya koçber û penaberan bi dawî bikin û vegera wan a ewle li malên wan garantî bikin.

 

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin "Ji bo ku gelê Suryanî Asurî bi tevahî mafên xwe, rûmeta xwe û ewle li Sûriyê bijî, endamên partiyên beşdar soza têkoşînê nû kirin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye