Ajansa nûçeyan a Îranê Tesnîm ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî 21`ê îlonê ji Îranê derket û berê xwe da eyaleta New Yorkê ya Amerîkayê.
Sedema rêwîtiya Ebas Eraqçî bo Amerîkayê ew e, da ku beşdarî 81emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe ku biryar e ji 22yê îlonê heta 29`ê îlonê were lidarxistin.
Her wiha medyaya Îranê diyar kir ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî sibe ji bo ku beşdarî vê civînê bibe dê biçe New Yorkê.
Medyaya Îranê lê zêde kir ku hikûmeta Amerîkayê vîze nedaye tîma medyayî ya Mesûd Pezeşkiyan û Pezeşkiyan dê bêyî tîmeke medyayê biçe New Yorkê.
Li gorî medyaya Îranê, di vê rêwîtiyê de, ji bilî axaftina li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Serokkomarê Îranê dê bi serok û berpirsên hin welatan re bicive û biaxive.
Tesnîm: Wezîrê karên hundir ê Pakistanê serdana Îranê kir

Heman ajansê da zanîn ku Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Muhsin Neqewî îro serdana Îranê kir.
Ajansa Tesnîmê daxuyand ku serdana Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Muhsin Neqewî bo Îranê ti têkiliya wê bi şandina peyam an pirsgirêkên di navbera Îran û Amerîkayê de tune ye.
Ajansê lê zêde kir ku ev serdan bi hevkariya di navbera Îran û Pakistanê de girêdayî ye.
Tesnîmê ragihand ku Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê di vê rêwîtiyê de ne peyamekê ji bo Îranê hildigire û ne jî Îran dê bi rêya wî peyamekê bişîne.