Îranê ragihand ku sîstema wan ya parastina asîmanî, li ser asîmanê Kendava Hurmizê balafirek bê mirov a Amerkayê ya ji cûrê MQ-1 xistin xwarê.
Her wiha diyar kir ku duh êvarê jî (20’ê Îlonê) li heman deverê balafirek din a sîxûrî ya ji cûrê Orbiter xistine xwarê.
Li aliyê din Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku egera rûdana pêşhatek mezin li gel Îranê heye.
Trump diyar kir ku li ser mêzê wan bijardeyên wek êrîşa tinekirinê ya leşkerî, dorpêça tûnd a aborî yan jî lihevkirinek nû ya li gel Îranê hene.
Îran: Li tengava Hurmizê balafirek Amerîkayê hat xistin
Pasdarên Îranê ragihand ku wa li ser asîmanê Kendava Hurmizê balafirek bê mirov a Amerîka ya ji cûrê MQ-1 xistin xwarê.